Ji wezîrê Îranê peyama komkujiya Helebceyê: Naxwazin li xwe mikur bên!

16 March 2021 15:46 0 dîtin
Ji wezîrê Îranê peyama komkujiya Helebceyê: Naxwazin li xwe mikur bên!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf di salvegera kîmyabarana Helebcê de got, hin kes hene ku hê jî li xwe mikur nayên welatên rojavayî çekên kîmyewî dane rejîma Beas.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê twitterê got, îro 16ê Adarê salvegera karesata kîmyabarana Helebcê ye. Hin hene, heta niha jî naxwazin li xwe mikur bên ku welatên rojava çekên kîmyayî dane rejîma Beas a Iraqê.”

Zerîf dibêje, ‘Di wê karesatê de bi çekên kîmyayî yên welatên rojava bo Iraqê şandibûn 5 hezar hemwelatî şehîd bûn û hîn jî behsa taybetmendiya şerxweziyê dikin? Şermezarî ye?’