Ji wezîrê Iraqê daxuyaniya biryara Amerîkayê bo Îranê...

09 April 2019 17:54 0 dîtin
Ji wezîrê Iraqê daxuyaniya biryara Amerîkayê bo Îranê...

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Muhammed Elî el-Hekîm li ser biryara Amerîkayê ku Pasavanên Şoreşa Îranê û Hêza Qûds xistiye nav lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî daxuyanî da.

Li gorî nûçeya kanala Al-Alam Hekîm li ser biryara Amerîkayê û dorpêçên ser Îranê got ku hikûmeta Bexdayê dorpêçên yekalî yên Amerîkayê bi ser Îranê de qebûl nake û li ser biryara xistina lîsta terorê ya Pasavanên Şoreşa Îranê jî diyar kir, piştî ku Amerîka biryara xwe ji nû ve berçav bike ew dê helwesta xwe diyar bikin.

Hekîm herwiha destnîşan kir ku di navbera Îran û Iraqê de di qadên cuda de têkiliyên baş hene.