Ji WHOyê hisyariya Omicronê: Di 6-8 hefteyan de wê nîvê Ewropayê pê bikeve

11 January 2022 21:37 0 dîtin
Ji WHOyê hisyariya Omicronê: Di 6-8 hefteyan de wê nîvê Ewropayê pê bikeve

PeyamaKurd – Rêveberê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) yê ji beşa Ewropayê Hans Kluge, ragihand ku metirsî heye  nîvê nifûsa parzemîna Ewropayê di nav 6-8 hefteyan de bi cûreya guhertî ya vîrusa koronayê Omicronê bikevin.

Kluge, daye xuyakirin ku daneyên çend hefteyên dawî derxistiye holê ku Omicron gelekî zû belav dibe û tenê di nav hefteyekê de zêdetirî 7 milyon pêketiyê li parzemîna Ewropayê (li gorî WHOyê 53 welat) hatine tomarkirin.

Rêveberê WHOyê Kluge, hişyariya wergirtina tedbîran bo welatên ewropî da û da zanîn, hîn baş nayê zanîn bê bandora derziyên koronayê çiqas li ser cûreya Omicronê heye, lê di rojên pêş de ew mijar zelal dibe.