WHO: Di nav 6-8 hefteyan de, wê nîvê Awrûpayê bi Omicronê bikeve

12 January 2022 01:30 0 dîtin
WHO: Di nav 6-8 hefteyan de, wê nîvê Awrûpayê bi Omicronê bikeve

PeyamaKurd – Li gor ragihandina BBC yê; Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO ragihandiye ku wê di nav hefteyên pêşiya me de, nîvê nûfûsa Awrûpayê bi Omicronê bikeve.

WHO, ji bo ku di hefta ewilî ya sala 2022 an de li herêma Awrûpayê di 7 mîlyon mirovan de vîrusê tesbît kirine, weka delîl nîşan dide. Rêvebirê WHO yê Awrûpayê Hans Kluge ragihand ku di ser varyanta Deltayê de ji rojava ber bi rojhilat ve pêleka mezin ya Omicronê heye û dewam dike. Kluge weha got:

“Welatên Awrûpa û Asya Navîn di bin zorê de ne û vîrus ji welatên rojava ber bi Balkana de belav dibe. Wê rewşa welatan li gor wê çawa bi krîzê re têbikoşin, heyiyên wan yên niha û li gor rewşa deqandina (aşi) wan biguhire.

Xebatên hatine kirin nîşan didin ku varyanta Omicronê li gor yên din siviktire. Lê leza gihîştina mirovan ya Omicronê zêdetire û dikare bigihîje ew kesên ku aşiya xwe ya duyem kirine.”