Ji Zelensky daxuyaniya hilbijartina seroktiyê: Bi kêrî Rûsya tê…

07 November 2023 18:33 0 dîtin
Ji Zelensky daxuyaniya hilbijartina seroktiyê: Bi kêrî Rûsya tê…

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky piştî daxuyaniya Parlamenterê Ukraynî Aleksey Goncharenko, yên derbarê hilbijartinên seroktiyê de ku gotibû, Zelensky ferman daye hilbijartin di 31ê Adara 2024an de bên kirin, daxuyanî da.

Zelensky ew îdia red kir û got ku niha ji bo hilbijartinan ne demeke guncav e, dê ev nîqaş bi kêrî Rûsyayê bê.

Di vîdyo axaftina ku li ser medya civakî hatiye belavkirin de Zelenskiy ragihand, “Heger em dixwazin dawî li nîqaşên siyasî bînin, hemû erkê dewletê hene. Bi awayî em cihên nîqaşê pêk nayînin û destûra lîstikên dijî Ukraynayê nadin.”

Di dewamê de jî Zelensky got, şerê ku dahatuya dewlet û welatiyan diyar dike dewam dike û divê ew ji her cûre gavên bi kêrî Rûsyayê tên dûr bisekinin.