Jimara wefata ji ber Kovid-19 ê îro gihaye 57 kesan
PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê piştî civîna heyeta zanistê ya pandemiyê bo çapemeniyê ragihand ku li 9 bajarên Tirkiyê pandemî zêde bûye û rêjeya rojane û ya heya îro ragihand. Pandemî li Îstenbolê %50, li Ankara % 4, li Îzmîrê % 5, li Bursayê %35, li Kocaeliyê %30, li Denizliyê %35, li Balıkesirê %50, li Maraşê %25 û li Bilecikê %50 zêde bûye. Îro li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê jimara wefata ji ber Kovid-19 ê 57 e. Testên ku posîtîv derketine jimara wan 1.671 e. Rêjeyên din wehane:
11.961.670 test heya îro hatine kirin.
340.450 kes heya niha nexweş ketine.
9.014 nexweş heya îro wefat kirine.
1.418 nexweş halê wan baş nîne.
298.368 nexweş heya îro baş bûne.
115.328 test îro hatine kirin.
1.671 test îro posîtîv derketine.
57 nexweş wefat kirine.
1.396 nexweş îro baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin