Jimara xebatkarên teduristiyê yên asi bûn ji 650 hezarî derbas bû

16 January 2021 20:52 0 dîtin
Jimara xebatkarên teduristiyê yên asi bûn ji 650 hezarî derbas bû

PeyamaKurd – Îro 3 roje ku aşiya xebatkarên tenduristiyê têkirin û di roja sêyem de jimara wan ji 650 hezarî derbas bû. Jêdera aşiya ku bûne ya Çînê ya şîrketa Sinovacê ye û navê wê CoronaVac e. Doktora anesteziye ya Nexweşxana Bajêr ya Ankara Nergiz Mammadova di mijarê de axifî û weha got:

“Piştî ez aşiya xwe ya Kovid-19 ê bûm, li gor tedbîrê 15 deqe li nexweşxanê min dan sekinandin û ti allerjî di min de nebû. Niha ez gelek başim.”

Mammadova got bo berlêgirtina pandemiyê divê herkes aşi bibe da antîkorên bedena mirov çêbibe. Mammadova got ku dê cara duyê 28 rojên din aşiya xwe bibin.

Li Tirkiyê li dora 1 mîlyon û 100 hezar xebatkarên tenduristiyê hene û piştî aşiya wan biqede wê kesên extiyar, asteng, malên extiyaran û kesên di wan de dixebitin aşiya xwe bibin. Piştî wan wê kesên 65 salî û yên di ser 65 salan de dê de aşi bibin.