Jina Kurd Zozan Baransson a hemwelatiya Swêdê hate girtin û dersînorkirin

03 July 2024 10:13 0 dîtin
Jina Kurd Zozan Baransson a hemwelatiya Swêdê hate girtin û dersînorkirin

PeyamaKurd - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, jineke Kurd a bi navê Zozan Baransson ku hemwelatiya Swêdê ye hate desteserkirin û paşê hate dersînorkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Zozan Baransson li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê, di operasyoneke Dezgeha Sîxuriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) û artêşa Tirkkiyeyê de hatiye desteserkirin.

Di nûçeyên medyaya Tirk a di derbarê bûyerê de hate gotin ku Zozan Baranssona ku welatiya Swêdê ye demeke dirêj bû dihat şopandin û piştî desteserkirinê hatiye dersînorkirin.

Medyaya Tirkiyeyê angaşt ku Zozan Baransson “berpirsa rêxistina jinan a Swêdê ya PKKê ye.

Hat ragihandin ku di dema desteserkirinê de Zozan Baransson diyar kiriye ku “ti pêwendiya wê bi PKK an KCKê re tune ye û tawanbariyên li hemberî xwe red kiriye.”