Jiyana Alan Kurdî dibe fîlm: Tomarkirina fîlmî dest pê kir!
PeyamaKurd - Jiyana Alan Kurdî yê 3 salî, ku cenazeyê wî li keviya Deryaya Egeyê hatibû dîtin, dibe fîlm.
Jiyana Alan Kurdî yê ji Rojavayê Kurdistanê ku di rêya koçberiyê de li Derya Egeyê xenqîbû dibe fîlm. Tomarkirina fîlmî li navçeya Bodrum a Muglayê fîlmê dest pê kir.
Omer Sarikaya yê bi fîlmên bi navên Îslamofobî, Meleka Bêdeng û Feryada Bêdeng tê naskirin derhêneriya fîlmê lixwe girtiye.
Di fîlma ku behsa çîroka koçberiya Alan Kurdî û malbata wî dike de lîstikvanê Hollywoodê Steven Seagal, Alî Sabrî Belaid û Aydan Çakir rol wergirtine.
Komek koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di 2yê Îlona 2015an de li Derya Egeyê li qeraxa Bodrûmê ku dixwestin biçin giravên Yûnanîstanê keştiya wan bin av bibû û Alan Kurdî jî di nav de gelek koçber di deryayê de xeniqîbûn. Alan Kurdî ji malbateke Kobanî bû û malbata wî wek gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber şerê Sûriyê bi hêviya jiyaneke baş berê xwe dabû welatên Ewropa.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin