Joe Biden, beriya salvegera ser serdana Kievê kir!
PeyamaKurd- Serokê Amerîka Joe Biden, beriya salvegera şer çû paytexta Ukraynayê ya Kievê. Hat diyarkirin ku Biden di hevdîtina bi rêberê Ukraynayê Volodimir Zelensky re piştrast kir ku Amerîka û hevalbendên wê dê piştgiriya Ukraynayê berdewam bikin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Amerîkayê Joe Biden ku îro ji Amerîkayê çû Polonyayê, ji wê derê jî derbasî Ukraynayê bû û çû Kievê.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Biden bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re civiya û wiha axivî:
"Di pêvajoya ku em nêzî salvegera dagirkirina hovane ya Rusyayê ya li ser Ukraynayê dibin, ez îro li Kievê me da ku bi Serok Zelenskiy re bicivim û pabendbûna xwe ya nerazî ji bo demokrasî, serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê dubare bikim."
Joe Biden, di derbarê hevdîtina xwe ya bi Zelenskiy ya li Koşka Mariyinsky de got ku Amerîka dê 500 milyon dolarên zêde ji bo alîkariyê bide û wiha berdewam kir:
"Dema ku Putin nêzî salek berê dest bi dagirkirinê kir, ew difikirî ku Ukrayna qels e û Rojava perçe bûye. Ew difikirî ku ew dikare vê yekê berdewam bike lê ew gelek xelet bû.”
Di piştgiriya ku dê hûrgiliyên wê piştre bên eşkerekirin de tê payîn ku HIMARS, pergalên antî-tanq û radaran jî di nav de bin.
Her wiha Biden piştrast kir ku Amerîka û hevalbendên wê dê di piştgiriya Ukraynayê de berdewam bin û got,
"Di sala borî de Amerîka ji bo parastina Ukraynayê bi piştgirîya leşkerî, aborî û mirovahî ya nedîtî bi avakirina koalîsyonek ku ji Atlantîkê heta Pasîfîkê dirêj dibe û ew piştgirî dê berdewam bike."
Biden bal kişand ser sala yekem a şer û wiha got: "Piştî salekê, Kiev li ber xwe dide, Ukrayna li ber xwe dide, demokrasî li ber xwe dide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin