Joe Biden firotina petrola stratejîk serbest berda
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden berya hilbijartina pêşwext ji bo bi bihayê petrola biha re têbikoşin, rezervên petrola stratejîk serbest berda û ji şîrketên petrolê xwest ku kara petrolê di berîka muşteriyan de bimîne.
Li ser kêmkirina hilberîna petrolê ya ji aliyê OPEC+ ê de ku rojane wê 2 mîlyon varêl kêm kirin, Biden biryarê da ku ji petrola stratejîk ya Amerîkayê 15 mîlyon varêl petrolê di bazarê de serbest berdin. Piştî stokên petrola stratejîk biqede, wê car din şûna petrolê dagirin. Biden, di daxwuyaniya xwe de got:
“Bihayê benzînê hefteya borî her roj daket. Ev pêşdeçûn têra me nake. Bihayê petrolê di welatê me de, di her malbatê de tê hîskirin. Ji bo bihayê benzînê daxim, ji destê min çi tê, dikim. Bi vê daxwuyaniya xwe, ez ê dewam bikim da bihayê benzînê daxim ku di bazara dinyayê de her roj bilind dibe û dadikeve.
Min ji tîma xwe re got ku li pêşiya xwe binêrin û amade bin. Eger pêwistbe em ê petrolê di mehên pêşiya me de bêhtir serbest berdin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin