Lubnan: Petrola Îran ji me re dibexsîne ji bo hilberîna elektrîka me stratejîk e
PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê yê Lubnanê Welîd Fayyad ragihand ku petrola ku Îran ji bo Lubnanê dibexşîne, ji bo zêdekirina hilberîna elektrîka Lubnanê girînge û stratejîke. Li gor ragihandina baregeha wezareta enerjiyê beşa medyayê ku bi nivîskî ragihandiye; wezîrê enerjiyê Fayyad bi heyetekî di bin serokatiya serkonsulê Îranê yê Lubnanê re hevdîtinekî kiriye.
Civîn di avahiya wezareta enerjiyê de hat kirin û petrola ku Îran bide Lubnanê wê di hilberîna elektrîka Lubnanê de bê bikaranîn û li ser hûrahiya mijarê axifîne. Fayyad got ku weka çawa hibbeyên ku ji welatên dost û bira tên, petrola ku ji Îranê jî were, hibbekirina wê bi rizamendî pêşwazî dikin û weha got:
“Petrola ku Îran bibexşîne, ji bo bicîhanîna plana me girîngiya wê ya stratejîk heye û wê bibe destpêk.”
Serkonsulê Îranê yê Beyrûdê Emanî jî ragihand ku wê ne tenê di bexşandina petrolê ya di hilberîna elektrîkê de lê wê karibin di her babeta sektora enerjiyê de alîkariyê bidin Lubnanê. Bi taybetî dikarin di avakirina santralên elektrîkê de alîkarî bikin û amade ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin