Joe Biden û Netenyahu di rêya telefonê de axifîn

06 May 2024 22:28 0 dîtin
Joe Biden û Netenyahu di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di rêya telefonê de bi serokê Amerîkayê Joe Biden re axifî. Axaftina her dû lideran ket pey qebûlkirina agirbesa Hamasê ya li Şerîda Xezzayê.

Hat ragihandin ku Biden li ser êrîşa Rafahê endîşeyên xwe ji bo Netenyahu gotiye. Telefona her dû lîderan kete pey ku Îsraîlê ferman da ku 100 hezar kesên li rojavayê bajarê Rafahê dijîn bên tehliyekirin. Li Rafahê 1.4 milyon mirov dijîn.

Koşka Sipî ragihand ku Biden di derbarê hevdîtinên Hamas û Îsraîlê de yên bi wasita navbeynkaran dewam dikin agahiyan daye Netenyahu.