John Bolton : Kirîna Tirkiye ya S-400an pirsgîrêk wê mezin bibe
PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerika John Bolton got: Kirîna mûşekên Rusya S-400 ji alî Tirkiye ve, pirsgirêkek mezin e.
John Bolton li hember daxûyaniyên Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ku gotibû: "Ew li hêviyê ne meha Mijdarê, Balefirên F-35 an ji Amerika wergirin" bersivek tund da.
Bolton got: Li hemberî wergirtina balefirên F-35 kirîna mûşekên Rusya S-400 heye, ku pirsgirêkek mezin e.
John Bolton dibêje: Di pêwendiyên wan û Tirkiyê de, gelek arîşe hene, yêk ji van arîşeyan kirîna mûşekên S-400 yên Rusîya ji alî Tirkiye ve ne.
Bolton diyar dike: Di babeta Surîyê de jî, Tirkiye pirsgirekan derdixe û jiber ku Endamek NATOyê ye, pêwist e alîkarên hevûdin bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin