John Bolton: Heta Erdogan li ser kar be, li Tirkiye û devereke din astî pêk nayê!

24 February 2023 21:20 0 dîtin
John Bolton: Heta Erdogan li ser kar be, li Tirkiye û devereke din astî pêk nayê!

PeyamaKurd - Şêwîrmendê Berê yê Ewlekariya Netewî yê Amerikayê John Bolton, ji rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ya Amerîkî re derbarê Tirkiye û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de gotarek nivîsî.

Bolton di gotara xwe de, polîtîkayên Erdogan nirxand û bal kişand ser ku ger Erdogan van hilbijartinan bidize, ji bo ti kesî çareserî çênabe û diyar kir, “Ji ber li ser xeyalên Osmanîya nû tevdigere. Erdogan li Surî û li Rojhilata Navîn bi dagirkirinê re, bawer nakim ku bigihîje armancên xwe.”

John Bolton di berdewama nivîsa xwe de gotiye, “Heta Erdogan li ser deshilatê ye, ne li Tirkiyê, ne jî li devereke din, aştî û demokrasî pêk nayê.”

Bolton li ser dijberiya Erdogan a bo Kurdan jî dide xuyakirin, “Ev dijberiya li hember Kurdan pirsgirêka mezin e. Erdogan ne ji bo Tirkiyê, ji bo berjewendiyên xwe polîtîkayan birêve dibe."

Herwiha John Bolton destnîan dike ku opozîsyona Tirkiyê jî di nav xwe de ne lihevkirî ye û nizane çawa li hember Erdogan rabe.