John Kirby: Amerîka mijara bêîstiqrariyê ya li Rûsyayê ciddî digire

27 June 2023 13:03 0 dîtin
John Kirby: Amerîka mijara bêîstiqrariyê ya li Rûsyayê ciddî digire

PeyamaKurd Qesra Spî ragihand ku Amerîka mijara bêîstîqrarê ya li Rûsyayê cidî dibîne.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby got ku "Amerîka mijara bêîstiqrariyê ya li Rûsyayê ciddî digire."

John Kirby di civîna çapemeniyê ya îro de rewşa Rûsyayê û pêvajoya têkiliyên dualî nirxand.

Kirby got: "Bêîstiqrariya li Rûsyayê tiştekî ku em bi ciddî digirin dest."

Kirby anî ziman, Amerîka di dawiya hefteyê de têkildarî serhildana Yevgeny Prigojin, serokê şîrketa leşkerî ya taybet Wagner, têkiliyên rasterast ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rayedarên hukûmeta Rûsî re baş bû.

Ji aliyê din ve Kirby got, Amerîka ti nîşanekê nabîne ku Rûsya plana teqandina santrala nukleerî ya Zaporozhye dike. Kirby got: "Me ti nîşanek nedît ku ev metirsî nêzîk e, lê em pir, pir ji nêz ve lê temaşe dikin."

Kirby tekez kir, Koşka Spî ji îdiayên ku li ser bingeha îstixbarata Ukraynayê tê gotin ku Rûsya plan dike ku kargeha navborî biteqîne agahdar e.