John Kirby: Leskerên Amerîkayê wê li Sûriyeyê wezîfeya xwe bidomînin

27 March 2023 10:59 0 dîtin
John Kirby: Leskerên Amerîkayê wê li Sûriyeyê wezîfeya xwe bidomînin

PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir, leşkerên Amerîkayê wê li Sûriyeyê wezîfeya xwe bidomînin.

Kirby ji televîzyona CBS re axivî û li ser êrîşên li dijî navendên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyê got, “Ev êrîşeke giran a komên çekdar bû û Serokatî bi awayekî berbiçav, bi lez û bi wêrekî bertek nîşanî vê yekê da.”

Kirby got, "Kêmtirî hezar leşkerên me li Sûriyê hene û ew hîn jî vê tora çalak û krîtîk (DAIŞ) dişopînin, tevî ku ew gelekî kêm bûne."

Kirby herwiha behsa îhtimala bersivên zêdetir li ser êrîşên komên milîs ên bi piştgirîya Îranê li ser personel û navendên Amerîkî li Iraq û Sûriyê di 23ê Adarê de bike, eger Biden pêwîst bibîne.

Kirby da zanîn, "Me vê hefteyê li vir nîşan da ku Amerîka wê her tim ji bo parastina gelê me bi biryar tevbigere."