Justin Trudeau di qerentîneyê de jî pîrozkirina Newrozê ji bîr nekir

20 March 2020 15:21 0 dîtin
Justin Trudeau di qerentîneyê de jî pîrozkirina Newrozê ji bîr nekir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau wekî her sal îsal jî bi peyamekê Cejna Newrozê li Kurdan û gelên din pîroz kir. Salên berê jî Trudeau bi vîdyo peyamên Kurdî û zimanên din Newroz pîroz dikir, lê ew niha ji ber tûşbûna hevjîna xwe di qerentîneya vîrusa koronayê de ye.

Di peyama Justin Trudeau got, bi boneya Cejna Newrozê pîrozbahîyê li xelkên Faris, Kurd, Zerdeştî, Behayî, xelkên naverasta Asya û civaka Îslamî li Kanadayê dikim.

Serokwezîrê  Kandayê destnîşan kir, Newroz nûvebûneke revanî ye û derfeteke ji bo nîşandana pêzînên xwe û hêvîyeke bo geşbînîya salên dahatî.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî li ser twitterê peyamek belav kir û got, wek Serok Trump, pîrozbahîya Newrozê li hemû kesên wê rojê pîz dikin dikim.

Îsal ji ber belavbûn û metirsiya vîrusa koronayê Newroz li Kurdistanê bi ahengên cemawerî nayê pîroz kirin, lê dîsa jî çalakvanên Kurd bangewaziyan dikin ku li malên bi al, sirûd û stranên xwe Cejna Newrozê  pîroz bikin.