Parêzgariya Stenbolê destûra pîrozkirina Newrozê da!

17 March 2021 20:58 0 dîtin
Parêzgariya Stenbolê destûra pîrozkirina Newrozê da!

PeyamaKurd - Parêzgariya Stenbolê daxwaza Komîteya Amadekar a Newrozê, 20ê Adarê li meydana Yenîkapiyê pejirand.

Li gorî bernameya hatiye amadekirin, wê Newroza Stenbolê roja Şemiyê 20ê Adarê demjimêr 11.00 li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bê pîrozkirin.

Berdevkê Komîteya Amedakar a Newrozê û Endamê Encûmena Partiyê ya HDPê Murat Kalmaz daya xuyakirin ku amadekariyên ji bo pîrozkirina Newroza Stenbolê temam bûne.

Hat diyarkirin ku Newroza îsal wê di bin dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” tevî bajarên Bakurê Kurdistanê, li 30 bajar û 61 navendan tê pîrozkirin.

Li gorî ragihandiya komîteyê, wê Newroza Stenbolê ya li Qada Yenîkapiyê ku meydana herî mezin a Stenbolê ye, li gorî tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê Newroz bê pîrozkirin.