Parêzgariya Stenbolê: 164 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd-Li Stenbolê, li kesên ku xwestin di pîrozbahiya 1ê Gulanê de bimeşin, destwerdan çêbû. Li gorî daxuyaniya fermî ya Parêzgeriya Stenbolê, 164 kes hatine binçavkirin.
Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê, Cejina Karkeran a Cîhanê de; li Stenbolê bi dehan kes hatin binçavkirin. Parêzgariya Stenbolê daxuyaniyek li ser binçavkiriyan belav kir. Sedemê binçavkirina çalakvanan wisa hat eşkerekirin ku wan kesan xwestine ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin.
Parêzgariya Stenbolê, saet ji 06:00ê sibeha 1 Gulanê ve rêyên ku ber bi Qada Taksîmê û Kolana Îstîklalê ve diçûn, ji trafîkê re girtibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin