Li Stenbolê polîsan bi ser daweta Kurdan de girt: 5 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê navçeya Esenyurtê, polîsan bi ser daweteke Kurdan de girt û ji heman malbatê 5 kes hatin binçav kirin.
Hate raginhanddin ku şevê din polîsên sivîl û fermî bi hejmarek otomobêlan bi ser daweteke Kurdan de li Esenyurtê girt û 5 kes ji malbata Karçik hatin binçav kirin.
Hîn nehatiye zanîn bê sedema serdegirtina dawetê ya polîsan çi ye, lê Rêxistina Stenbolê ya Dem Partî ragihandiye, “Malbata Karçik li Esenyurtê di kolana xwe de ahenga dawetê dikir, lê rastî êrîşê polîsan hat. Ev yek jî asta nêzîkatiya hemberî Kurd, Kurdî û dawetên Kurdan nîşan dide.”
Wezareta navxwe ya Tirkiyeyê û rayedarên Tirkiyê ti daxuyanî li ser serdegirtina dawetê nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin