Kaftancioglu: Tifaqa Stenbolê wê bibe wesîleya çareserkirina ‘Pirsa Kurd’
PeyamaKurd – Seroka Rêxistina Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu, di bernameyeke televizyonê ya derbarê serkeftina hilbijartinan li Stenbolê û mijarên rojevê de, derbarê rêya çareserkirina ‘Pirsa Kurd’ li Tirkiyê jî nêrînên xwe anîn ziman.
Kaftancioglu li ser pirsa ‘Tifaqa hilbijartinê ya demokratîk a hilbijartinên Stenbolê dikare bibe sedema ji pêvajoyeke çareseriyê re?’ wiha axivî:
“Wêneyê ku di vê hilbijartinê de derketiye holê, tifaqa ku bi navê demokrasiyê hatiye pênasekirin e. Ev jî tam ji bo vê yekê pir girîng e. Heger hûn destûreke nû çêbikin, heger di serî de pirsên wekî pirsa Kurd raxin ber xwe û ji bo bi destê gel çareserî çêbe amûran biafirînin, bawer bikin dê di demeke pir nêzîk de çareser bibe.”
Kaftancioglu destnîşan kir, “Tifaqa Demokrasiyê ya di hilbijartinên herêmî de di bin banê edalet û hiqûqê de ava bûye, encama hemû xelkên li pey mafên xwe digerin e û dê ev tifaq li dahatûyê bibe wesîleya çareserkirina pirsên wekî pirsa Kurd jî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin