Kamala Harris di anketan de kete pêsiya Trump

01 August 2024 13:59 0 dîtin
Kamala Harris di anketan de kete pêsiya Trump

PeyamaKurd - Piştgiriya ji bo namzedê Komarparêzan ê hilbijartinên serokatiya DYAyê Donald Trump ji asta bilind a ku di nîvê Tîrmehê de derketibû, hêdî hêdî kêm dibe.

Encamên anketa herî dawî ya dezgeha lêkolînan a PredictItê diyar kir ku şansê Trump ê serketinê ku demekê gihîştibû ji sedî 70yî, daketiye bin ji sedî 50yî. 

Li gorî daneyên PredictIê, namzeda Demokratan Kamala Harris niha bi sedî 53 bûye favorîtiya hilbijartinê.

Anketa herî dawî ya Bloomberg News/Morning Consult diyar kiribû ku li eyaletên gring ên ku wê biryarê li ser encama hilbijartinan bidin, wê Harris pêşengiya Trump ji holê radike. 

Piştî guherina namzedê demokratan û guherîna encamên anketan pirsa herî zêde tê pirsîn ev e; Gelo ew ê dev ji hin helwestên ku dema Trump girtibûn pêşkêşkiribû berdin?