Kamala Harris ji ber hêrisa li dijî dibistanê Îsraîlê sermezar kir
PeyamaKurd - Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kamala Harris ji ber hêrişa asmanî ya ser dibistanekê li Xezzeyê ku bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan Îsraîlê şermezar kir.
Harris daxuyaniyên Koşka Spî dubare kir, got: "Dîsa gellek sivîl hatin kuştin” û banga pêkanîna peymana dîl û girtiyan û agirbestê kir.
Harris di çalakiyeke ku li Phoenixa parêzgeha Arizonayê hat lidarxistin de axivî û got: “Mafê Îsraîlê heye ku Hamasê bike hedef, lê belê berpirsiyariya gring a Îsraîlê ew e ku pêşî li kuştina sivîlan bigire.”
Di hrişa roja Şemiyê ya li dijî dibistana El Tabaîn a Xezzeyê ku Filistîniyên ku ji cih û warên xwe bûbûn tê de diman pêk hat de, li gor daxuyaniyan herî kêm 70 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Artêşa Îsraîlê angaştibû ji ber ew avahî navendeke leşkerî ya Hamasê bûye, wan li dijî wê hêriş pêk aniye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di hêrşê de herî kêm 19 “terorîstên Hamas û Cîhada Îslamî” hatine kuştin.
Ji aliyê din ve Hemasê ev angaşta Îsraîlê red kir û da zanîn ku ew navenda wê ya leşkerî nîne, avahiyeke ku sivîlên bê mal tê de hatine bicihkirin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin