Kamala Harris: Kesê têkeve mala min wê bê kustin!
PeyamaKurd – Cîgira Serokê Amerîkayê û namzeda hilbijartinên seroktiyê yên Mijdara 2024an, Kamala Harris, di bernameyeke televizyonê de li ser egera êrîşekê bi ser mala wê de got, “Ger kesek têkeve mala min wê bê kuştin.”
Harris di weşana zindî ya li Mihiganê de diyar kir ku ew dê qet texsîr neke di bikaranîna çeka xwe de û got, “Ger kesek têkeve mala min wê bê kuştin.”
Herwiha Harris anî ziman ku ew di dema gotûbêja zindî ya ligel hevrikê wê yê namzediya seroktiyê Donald Trump bi çek bû. Dîsa jî Harris got ku divê çekên êrîşê bên qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin