"Kampanyaya hilbijartinê wê vê hefteyê destpê bike"

14 September 2024 15:32 0 dîtin
"Kampanyaya hilbijartinê wê vê hefteyê destpê bike"

PeyamaKurd – Berpirsê Ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Merwan Muhammed ragihand ku kampanyaya hilbijartinan vê hefteyê destpê dike.

Merwan Mihemed îro Şemiyê 14.09.2024ê derbarê amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de daxuyaniyek da K24ê.

Serokê Ofîsa Komîsyona Hilbijartinê ya Hewlêrê Merwan Mihemed diyar kir ku du namzed pirsgirêk hene û got, "Divê di nava 2 rojan de pirsgirêkên wan bên çareserkirin, yan jî partiyên din li şûna wan bên guhertin. Piştî ku lîsteyên namzedan hatin pesendkirin, kampanyaya hilbijartinê yekser dest pê dike."

Merwan Mihemed amaje bi wê yekê jî kir, ku heyama 24 saetan beriya roja hilbijartinan wê heyama kampanyayê berdewam bike.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê didomîne, ku biryar e di 20ê Cotmeha 2024an de bên lidarxistin. Di çarçoveya hilbijartinan de tê plankirin ku di 18’ê Cotmehê de dengdana taybet bê kirin.

Di daxuyaniya berê ya komîsyonê de hatibû gotin ku li 1266 navendan 6 hezar û 318 binkeyên dengdanê yên li 4 herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê û 749 navendên dengdanê li 165 navendan jî ji bo dengdana taybet hatine danîn.

Berpirsê Ofîsa Duhokê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Xalid Abbas îro 22.08.2024ê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, “Kampanyaya hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê wê roja 16ê Îlona 2024ê destpê bike.”