Kanadayê siza li ser 14 kesên rejîma Rûsyayê sepand

20 April 2022 10:59 0 dîtin
Kanadayê siza li ser 14 kesên rejîma Rûsyayê sepand

PeyamaKurd Kanadayê siza li ser 14 kesên rejîma Rûsyayê sepand.

Li gor Wezareta Karên Derve ya Kanadayê diyar kir, di nav wan 14 kesan de, du keçên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî hene.

Amerîka û Brîtanyayê jî di serê vê mehê de li dijî keçên Putin, Katerina Vladimirovna Tikhonova û Maria Vladimirovna Vorontsova siza ragihandibûn.

Herwiha rayedarên Amerîkî û Brîtanî eşkere kiribûn, ew bawer dikin ku Putin diravên xwe di hesabên wan de vedişêre.