Iraq: 51 kesên ku dê Sadr wekî ‘Hz. Mehdî’ îlan bikira, hatin sizadan!

12 June 2023 00:00 0 dîtin
Iraq: 51 kesên ku dê Sadr wekî ‘Hz. Mehdî’ îlan bikira, hatin sizadan!

PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, ji serok û endamên koma bi navê 'Xwediyên Dozê' ku îdîa kiribû ku rêberê Şîa Muqteda Sadr 'Mehdî' ye û plansazî dikirin ku vê îdiaya xwe li ser medyaya civakî belav bikin, hatin sizadan.

Di daxuyaniya saziya dadweriya Iraqê de hat ragihandin ku ji bo van kesên navborî; yên ku ev îdia kirine salek û ji bo Serokê komê jî 2 sal sizayê girtîgehê hatiye dayîn.

Komek ji alîgirên Sadr, di meha nîsanê de bi rêya rêxistina bi navê 'Xwediyên Dozê' dest bi belavkirina gotegotên 'Mehdî' kiribûn. Komê îdia kir ku Mehdî Îmamê 12emîn ê ku li gor baweriya Şîeyan bi sedsalan li benda wî ye, dê were Mizgefta Kufeya Mezin a ku Muqteda Sadr lê di nav xwe de bû. 

Sadr bi xwe jî ji ber nîşandana xwe wekî Mehdî hêrs bûbû û hemû çalakiyên tevgera Sadr ji bo salekê rawestandibû.

Di daxuyaniya ku îro ji aliyê saziya dadweriya Iraqê ve hat dayîn de hat gotin ku serokê koma navborî li ser îdiaya "Sadr Mehdî ye" li derdora gelek ciwanan kom bûye û ji bo ku alîgirên xwe bide bawerkirin ku "Ew Cebraîl e û heye, ji bo ragihandina xuyabûna Mehdî ya ku demeke dirêj li bendê bû, hat erkdardarkirin."

Li gorî vê yekê, serokê komê dê di şeva Qedrê de li ser Facebookê ragihanda ku ‘Sadr Mehdî ye.’