Kardînal Louis Raphael Sako giha heqqê xwe û sipasiya Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Kardînalê Keldaniyan yê Iraqê û Keldaniyên temamê dinyayê Sako bi sedema krîza bi hukumeta Iraqê re ku bi biryarname ya serokkomariya Iraqê re pirsgirêk jiyabû, ji ber mazûrvaniya rêvebirên Herêma Kurdistanê sipasiya wan kir.
Kardinal Louis Raphael Sako, bi sedema biryarnama serokkomariya Iraqê betal kirin, sipasiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Ji ber pêşwaziya germ ya rêvebirên Kurdistanê dilxweşiya xwe îfade kir. Nivîsîngeha Sako di daxwuyaniya xwe de got:
“Desteka ji bo edaletê dan û dema li ser rewşê rawestiyan, ez qiymetê didim plana tevgera wan ya rast.”
Di Tîrmeha 2023an de serokkomarê Iraqê Latif Reşid erka kardinal Sako ya di erkdarkirina di bexşandina tiştan de, biryarnama Iraqê ya hebû, qanûna destûrê sedem nîşan dabû û erka kardînal betal kiribû. Biryarnama Reşid bûbû sedema berteka Xîrîstiyanên Iraqê.
Biryara serok Reşid piştî hevdîtina Sako bi terefdarê Îranê ya bi Haşdî Şabî û artêşa Iraqê ve girêdayî bi serokê Tevgera Xîristiyan ya Babîl bi Rayan el-Kildani re hatibû dayîn.
Li ser biryarê Sako konaxa xwe ya li Bexdayê hêlabû û li Herêma Kurdistanê bicîh bûbû. Li ser pêşwazîkirina rêvebiriya Herêma Kurdistanê Sako gotibû:
“Li Herêma Kurdistanê li remzên olî rêz digrin. Nîşana wê pêşwazîkirina germ û rêzgirtine. Ev ji bo me, dagera serbilindiyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin