Louis Rafael Sako: Divê prensîbên biratî û toleransê bên xurtkirin

15 August 2024 09:00 0 dîtin
Louis Rafael Sako: Divê prensîbên biratî û toleransê bên xurtkirin

PeyamaKurd – Patrîkê Dêra Katolîk a Keldanî li Iraq û cîhanê Louis Rafael Sako got ku ew niha ji her demê bêhtir piştgiriyê didin pêkanîna aştiyê û divê prensîbên biratî û toleransê bên xurtkirin.

Louis Rafael Sako beşdarî nimêja hevpar a ku li Dêra Keldanî Saint Joseph a li navenda Bexdayê ji bo bidawîkirina êrîşên li Xezzeyê û misogerkirina îstiqrara li herêmê hat kirin bû û li vir daxuyanî da.

Patrîkê Dêra Katolîk a Keldanî li Iraq û cîhanê got: "Rêya aştiyê zelal e û derbaskirina qeyranan ne bi def û barûtê şer, bi diyalog, têgihiştin û rêzgirtina qanûnên navneteweyî ye."

Louis Rafael Sako diyar kir ku ew ji her demê zêdetir piştgirî didin dabînkirina aştî û aramiyê û bihêzkirina prensîbên biratî û toleransê.

Louis Rafael Sako di daxuyaniya xwe ya berê de ji bo ku li herêmê aramî pêk were banga nimêja hevpar li mizgeft û dêran kiribû.

Louis Rafael Sako got: "Eger mirovên jîr ên cîhanê ji bo rawestandina tundiya berdewam ku jiyana bi hezaran mirovan dixe metirsiyê û malên wan wêran dike gavan neavêjin, emê rûbirûyê rewşek pir trajîk bibin."

"Rast e her kes dibêje em li dijî şer in, lê xwe çekdar dikin û şer dikin." Sako di vê îfadeyê de destnîşan kir ku divê aşitî mutlaq be û tu tişt bi şer çareser nabe.