Keça nivîskarê Kurd Pereng Qazî li Tehranê ji aliyê mêrê xwe ve hat kustin
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê Hengawê ragihand ku keça nivîskarê Kurd ê naskirî Ehmed Qazî, Pereng Qazî li Tehranê ji aliyê mêr wê ve hatiye kuştin.
Li gorî ragihandina Hengawê 19ê Tîrmehê Pereng Qazî bi îşkence û lêdanê li Tehranê ji aliyê mêrê xwe ve hatiye kuştin.
Pereng Qazî keça nivîskarê Mahabadî Ehmed Qazî bû ku sala 2015an di 79 saliya xwe de koça dawî kiriye.
Pereng Qazî jî wekî bavê xwe ji beşa Ziman û Edebiyata Îngilîzî mezûn bûbû.
Bavê wê nivîskarê navdar Ehmed Qazî jî sala 1961ê bi hinceta endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê 4 salan di zîndanê de mabû yekem pirtûka xwe ‘Şeva Bêdawî’ li girtîgehê nivîsandibû.
20 pirtûkên Ehmed Qazî hatine çapkirin ku bi Kurdî û Farisî hatine weşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin