Kerkûk | Derbarê çend efserên Iraqê de lêpirsîn hat destpêkirin

21 November 2022 22:04 0 dîtin
Kerkûk | Derbarê çend efserên Iraqê de lêpirsîn hat destpêkirin

PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Iraqê Abdulemir Yarallah, li ser êrîşa DAIŞê ya li Kerkûkê de ku 4 leşkerên iraqî hatibûn kuştin, ferman da ku ji bo wan efserên rê li ber êrîşê negirtine û berpirsiya wan tê de heye lêpirsîn bê destpêkirin.

Yarallah ragihandiye ku li herêma bûyera rojek berê rû daye û 4 leşkerên Iraqê di encama êrîşa DAIŞê de hatine kuştin, lêkolîneke berfireh hatiye kirin û di encamê de derketiye holê ku berpirsî û kêmasiya efserên berpirsên wê herêmê heye.

Sererkanê Iraqê got ku ji bo wan efserên ji ewlehiya herêmê berpirsiyar in lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye, 19ê Mijdarê çekdarên DAIŞê bi çekên bêdengkirî li Kerkûkê êrîşî xaleke kontrolê kiribûn û di encamê de 4 leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.