Kesekî bi tîrê li polîsê wezîfedarê li ber balyozxana Îsraîlê ya Belgradê xist
PeyamaKurd – Kesekî bi tîrê li polîsê wezîfedarê ber konsulxana Îsraîlê ya Belgradê xist û polîs birîndar bû. Polîs ji qirika xwe birîndar bû û ew jî bi demançê li êrîşker xist û êrîşker kuşt.
Wezîrê karên navxwe yê Sirbistanê Ivica Dacic ragihand ku polîs li nexweşxanêye û hişê wî li serê wî ye. Ji bo tîra di qirika wî de maye derxin, wê emeliyat bibe. Wezîra Dacic got ku li ser bûyerê lêpirsîn têkirin û polîs bi armanca xwe biparêze li êrîşker xistiye.
Wezareta karên derve ya Îsraîlê ragihand ku êrîş ya teroriye, polîsekî birîndar bûye û li ser bûyerê hûr bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin