Kesici: Namzetê me bo serokkomariyê Muharrem Ince ye
PeyamaKurd- İlhan kesici ku naveke di nava partiya CHPê de li pêşe ragihand ku bihîstiye namzetê partiya CHPê bo serokkomariyê Muharrem İnce ye.
Kesici weha ragihand: “ Ji do êvarê de navê Muharrem İnce derket pêş. Bi hevalên me yên berpirs re axifiye. Bi vê munasebetê min jî vê sibê wî pîroz kir.”
Parlementerê Îstenbolê yê CHPê İlhan Kesici tevli bernameya televizyona Habertürkê bû û bernamê de ragihand ku Muharrem İnce namzete bo serokkomariyê.
Lê di nava partiya CHPê de her dem dibe ku guhertin çêbibe û namzeteke dinê derê pêş.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin