Di parvekirinên di derbarê Muharrem Ince de 13 kes binçav kirin

13 May 2023 18:43 0 dîtin
Di parvekirinên di derbarê Muharrem Ince de 13 kes binçav kirin

PeyamaKurd – Serokê Partiya Memleket Muharrem İnce li ser banga ku di ser hesabê xwe yê medya civakî de kiribû, lêpirsîn hat destpêkirin û di encamê de 13 kes hatin binçavkirin. Rêvebiriya asayîşa giştî ya Tirkiyê do ragihandibû ku wan tesbîta 13 kesan kiriye ku di derbarê İnce de parvekirinên provakatîf kirine û xeberên ne rast parvekirine.

Serdozgeriya Ankara di 10 ê gulanê de bi nivîskî  ragihandibû ku ji bo îdîayên tên kirin lêkolîn bênkirin, di derbarê 17 kesan de biryara binçavkirinê dane ku di nav sûcên wan de ‘şantaj’, ‘tehdîd’, ‘sextekariya belgeyan’, ‘bi destxistina doneyên kesayetî û belavkirina wan’ û ‘îhlala aîdiyeta jiyana taybet’ hene. Ji gumanbaran 13 kes xistine binçav û ji ber yên din li derveyê welatin, ji bo wan biryara desteserkirinê dane. Di nav binçavkiriyan de damezrênerê Lêkolîna Avrasyayê Kemal Özkiraz jî heye. Heya niha 4 ji wana şandine edliyê ji bo darizandinê.