Merdan Yanardag ji ber gotinên derbarê Ocalan de hate binçavkirin
PeyamaKurd – Rojnamevanê Tirk, berpirsê giştî yê televizyona TELE1ê Merdan Yanardag, ji ber ku di bernameyekê gotibû, Abdullah Ocalan li gorî yasayên înfazê divê bê azad kirin îro Duşemê li avahiya televizyona xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Merdan Yanardag, rexne li hikûmetê girtibû ku nahêle Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û gotibû, li gorî yasayên înfazê ji ber ku 25 sal in girtiye pêwîste bê berdan. Yanardog gotibû, Ocalan pir dixwîne û kesî zîrek e dibe rola xwe di siyasetê de jî bilîze.
Merdan Yanardağ gözaltına alındı
— Net TV (@nettvgundem) June 26, 2023
Tele 1 Genel Yayın Yönetmeni Merdan Yanardağ, Tele1’de ekrana gelen “4 soru 4 yanıt” programında Abdullah Öcalan üzerindeki tecritinin kaldırılması gerektiğine dikkat çekmişti.
Yanardağ'ın açıklamasından dolayı İstanbul Cumhuriyet Başsavcılığı,… pic.twitter.com/YGgPXRQfLx
Hat ragihandin ku Yanardag îro li avahiya televizyonê di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê ya bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ ji bo îfadeya xwe bide hate binçavkirin.
Li gorî medya Tirk dema ku Merdan Yanardag di weşana zindî de bûye polîs çûna avahiyê û piştî weşanê jî ew binçav kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin