Hilbijartinên serokomariya Tirkiyê | Kilicdaroglu bi Muharrem Ince re dicive
PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê yê opozîsyona 6 partiyan û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu, ragihand ku ew dê bi namzedê serokomariyê Muharrem İnceyê ji partiya wan cuda bûye re sibe bicive.
Namzedên hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê doh 27ê Adarê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ve hatibûn ragihandin ku ji bilî Erdogan û Kilicdaroglu 2 namzedên din jî hene.
Muharrem İnce ku namzedê berê yê serokomariyê bû û li hember Erdogan ketibû pêşbirkê, li ser navê partiya xwe ya nû Partiya Memleket û bi berhevkirina 100 hezar îmzeya careke mafê namzediyê bi dest xist.
Di nav CHPê û partiyên din ên opozîsyona Tirkiyê de nîqaş têne kirin ku heger İnce bikeve hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomariyê wê serkeftina namzedê opozîsyonê Kilicdaroglu bikeve xeterê û lewra jî dixwazin ji bo vekişînê bi Muharrem İnce re li hev bikin.
Kilicdaroglu gotiye, daxwaza hevdîtinê wan ji İnce kiriye û bi îhtimaleke mezin sibe ligel wî dicive.
Kilicdaroglu beriya niha li parlamentoyê serdana hevserokên HDPê jî kiribû û HDPê piştre daxuyaniyeke ragihandibû ku ew namzedê xwe yê serokomariyê dernaxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin