PDK-Bakur hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê boykot dike!
PeyamaKurd- PDK-Bakur di derbarê hilbijartinê Serokomariya Tirkiyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Wekî partiyeke Kurdistanî, demokratîk û serxwebûnxwaz, PDK-Bakur helwesta xwe ya di derbarê hilbijartinên dewleta Tirk de gelek caran ji raya giştî re eşkere kiriye. lêbelê ji ber van nîqaşên dawî yên di nav partî, grub û derdorên siyasî yên Kurdan de ku bi helkefta hilbijartinên 24ê Hezîranê tên kirin, em pêwîst dibînin ku carek din helwesta xwe bidin bîra hemî aliyên têkildar.
Dewleta Tirk dewletek mêtinger û dagirker e, Bakurê Kurdistanê bi darê zorê dagir kiriye û hebûna wê ya li Kurdistanê ne rewa ye. Herweha dewleta Tirk li ser bingeha înkarkirina netewa Kurd û axa Kurdistanê hatiye damezrandin û tunekirina netewa Kurd ji bo wê armanca sereke ye.
Ev armanca wê jî, ev nêzîkî sed salî ye ku, hem di destûr û ysayên wê de û hem jî di kirin gotinên berdevkên wê de tê eşkerekirin. Desthilatiyên dewleta Tirkan yên heta îro, çi partiyên qaşo çepgir bin, çi jî yên rastgir yan jî Îslamî bin, di mijara Kurd û Kurdistanê de helwesta wan hemiyan her yek bûye, ku ew jî înkarkirin û tunekirina netewa Kurd e.
Tirkiye ne dewleta Kurdan e. Lewra, hilbijartina endamên parlamentoya dagirkeran û serokê dewleta wan jî ne karê Kurdan e. Lewra tevlîbûna Kurdan a hilbijartina parlamentoya dewleta Tirkan wê bihêle ku ev rejîma dagirker û mêtinger bi destê Kurdan xurttir bibe û bê rewakirin. Karê Kurdan ew e ku li ser bingeha doza netewî, yekrêziyê di nav aliyên syasî yên Kurdistanî de pêk bînin, dengê xwe bilindtir bikin û ji bo destxistina mafê desthilatdariyê ya li ser welatê xwe xebat bikin.
Bi tevî van bîr û rayên henê, PDK-Bakur bawer dike ku hilbijartinên dewleta dagirker jî di rêya tekoşîna rizgariya netewî de, dikarin wekî derfetek bêne bikaranîn. Aliyên siyasî yên Kurdistanî li ser bingeha mafê çarenûsî dikarin yekrêziya xwe pêk bînin û ji bo boykotkirina hilbijartinên 24ê Hezîranê xebata progagandayê bikin. Ev xebat wê bihêle k udi nava gelê Kurdistanê de hişyariya netewî bilindtir bibe û herweha piraniya rêjeya boykotê wê daxwaz û vîna gelê Kurdistanê bi awayekî şênber derbixîne holê.”K

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin