NYT: Fermandarekî payebilind ê Îranê bi hinceta sîxurtiya MOSSADê hat binçavkirin
PeyamaKurd - Rojnameya NewYork Times (NYT) a Amerîkî ragihand ku fermandarekî payebilind ê Supaya Pasdaran a Îranê bi sedema sîxurîya bo Îsraîlê hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku çavkaniyeke ji Îranê ji NYTê re diyar kiriye ku Elî Nesîrîyê endamê payebilind ê Supaya Pasdaran bi sedema sîxurîyabo Îstixbarata Îsraîl MOSSADê ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye girtin.
Di nûçeyê de hatiye gotin, Elî Nesîrî di Yekeya Parastina Îtilaata Supaya Pasdaran de berpirsayar bûye û bi sedema ku zanyariyên hûr dane MOSSADê û hevkariya wê kiriye, ji aliyê rejîmê ve hatiye binçavkirin.
Herwiha li demeke ku hejmarek fermandarên payebilind ên Îranê bi awayekî guman têne kuştin, tê gotin ku di nav Supaya Pasdaran de nakokî derketine û kesên payebilind şik û gumanê ji hev dikin û ev jî wekî amadekariya kotedayekê di nav artêşa Îranê de tê şîrovekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin