Fermandarekî payebilind ê Sipaha Pasdarên Îranê rastî êrîsekê hat

23 April 2022 15:32 0 dîtin
Fermandarekî payebilind ê Sipaha Pasdarên Îranê rastî êrîsekê hat

PeyamaKurd – Fermandarekî payebilind ê Sipaha Pasdarên Îranê rastî êrîşeke çekdarî hat û zêrevanê wî hat kuştin.

Ajansa DW ya Almanî diyar kirye, îro 23.04.2022yê li navçeya Temîn Îctîmayî ya li bajarê Zahîdan a başûrê rojhilatê Îranê, êrîşeke çekdarî li hember fermandarê yekeyên 110 Selman Farisî li Sîstan û Belûçîstanê Serdar Husên Elmasî pêkhatiye.

Hat ragihandin, 4 çekdar bi otomobîlekê ve êrîşî Serdar Husên Elmasî kirin û ji ber wê jî ew fermandarê Sipaha Pasdaran bi giranî birîndar bû û zêrevanê wî yê bi navê Mehmûd Absalan jî hat kuştin.

Herwiha hat eşkerekirin, hêzên ewlehiya Îranê ew 4 çekdar girtine.

Çapemenî dide zanîn ku Mehmûd Absalan ê zêrevanê wî fermandarê Sipaha Pasdaran ê hatiye kuştin, kurê Cîgirê Fermandarê Yekîneyên 110 a Selman Farisî Ferzend Absalan e.