Kesnasiya Kurdistanê: Sibê li Hewlêr û bajarên din ên Basur berf dibare
PeyamaKurd - Keşnasiya Kurdistanê ragihand, sibê li tevahiya bajar û deverên Başurê Kurdistanê berf dibare.
Keşnasiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de pêşbîniya rewşa hewayê bo 24 saetên bê kiriye û ragihandiye, sibê ji danê sibehê ve pêleka berf û bagerê tevahiya Başurê Kurdistanê vedigire.
Li gorî pêşbîniya Keşnasiya Kurdistanê, li hinek deveran berf û baran têkel dibare û pileyên germayê li piraniya bajar û deveran dadikeve bin sifrê.
Pêşbîniya asta barîna berfê li bajarên Başûrê Kurdistanê wiha ye:
- Hewlêr: 5-10 santîm berf dibare
- Silêmanî: 5-10 santîm berf dibare
- Duhok: 20-30 santîm berf dibare
- Helebce: 7-15 santîm berf dibare
- Kerkûk-2-5 santîm berf dibare
Ew pêla berfê ya ku çend rojên borî li gelek bajar û deverên Başûrê Kurdistanê barîbû, Hewlêr negirtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin