Heyeta Hilbijartinê ya Iraqê sibê diçe payîtexta Kurdistanê Hewlêrê
PeyamaKurd - Heyeta Hilbijartinê ya Iraqê ya di asta bilind de sibê diçe Hewlêrê. Heyet, wê bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re bicive. Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ji bo Rûdawê ragihandiye:
“Roja sêşemê ji bo li ser babeta hilbijartina parlementoya Kurdistanê biaxifin, civînekî girîng tê plankirin.”
Serokê tîma çapemeniyê yê komisyona hilbijartinê Amad Cemîl jî ragihand:
“Wê civîn di bin serokatiya Herêma Kurdistanê de bi serokê Herêma Kurdstanê û nûneran re çêbibe. Wê biryara roja hilbijartinê bidin û teqwîmekî li ser xebata hilbijartinê destnîşan bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî dema ji Bexdayê dageriyabû, îşaretê bal bi vê mijarê de dabû û gotibû hêvî dikin ku ev civîn ya dawiyê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin