Komîsyona Hilbijartinên Iraqê: Dengdan li gorî pîvanên navdewletî birêve diçe

08 October 2021 14:26 0 dîtin
Komîsyona Hilbijartinên Iraqê: Dengdan li gorî pîvanên navdewletî birêve diçe

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê û Iraqê îro Înê beriya dengdana giştî ya 10ê Cotmehê, proseya dengdana taybet a ji bo hilbijartinên parlamena Iraqê dest pê kir.

Dengdana taybet bi çavdêriya çavdêrên navdewletî ji li gorî dema Hewlêrê li demjimêr 07:00 dest pê kir û hêzên ewlehiya Iraqê û Pêşmerge dengên xwe didin.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Celîl Ednan Xelef ragihand ku ti amûreke dengdanê di dema dengdana taybet de ji kar neketiye û hilbijartin li gor pîvanên navdewletî birêve diçe.

Celîl Ednan Xelef li Bexdayê di dema serdana navendeke dengdanê kir got: “Qet guşarek li ser dengdêran nîne û eger hebe jî berî min hûn dê jê agahdar bin. Lê, tekez qet pirsgirêk û guşarek nîne û hemû rêkxer û berpirsên navendên dengdanê li vir in.”

Xelef li ser proseya dengdanê wiha axivî: “Ji 7ê sibê ve heta niha hêzên emnî li vir in û rewş aram e. Hemû navend vekirî ne û qet pirsgirêkek nîne. Bi destûra Xweda em hilbijartineke di pîvanên navdewletî lidar dixin. Qet amûreke dengdanê ji kar neketiye û pirsgirêk nîne û pêvajoya dengdanê ya li Herêma Kurdistanê wek ya Besrayê ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro înê dema dengdana taybet li Hewlêrê çend amûrên dengdanê ji bo demekê ji kar ketibûn û piştre hatibûn çêkirin. Herwiha ji bo hinek cihên dengdanê jî gazinên pirsgirêkên teknîkî bi taybet li Herêma Kurdistanê têne kirin.