Kestiyên ser yên Rûsyayê seredana Kubayê kirin

27 July 2024 21:19 0 dîtin
Kestiyên ser yên Rûsyayê seredana Kubayê kirin

PeyamaKurd – Keştiyên şer yên hêzên deryayî yên Fîlo ya Baltikê çûn lîmana payîtexta Kubayê, Havanayê û li wir rawestiyan. Dibe ku keştiyên şer yên Rûsyayê roja Sêşemê ji Kubayê herin.

Hat ragihandin ku di nav keştiyan de keştiya dewriyê Neustrahimiy, tankêra petrolê Yelna û keştiya perwerdê Smolniy jî hene. Hat gotin ku xelk dikare roja Yekşem û Duşemê keştiya perwerdê Smolniy ziyaret bike.

Artêşa Kubayê ragihand ku seredana keştiyên Rûsyayê seredanekî adetiye. Fermandariya Bakûr ya DHAyê di mijarê de weha got:

“Sekna Rûsan ya li Atlantîkê ji bo Amerîkayê raste rast tehdîd an endîşe çênake. Temamê lebatên li Amerîka Bakûr tên şopandin.”