Ûkrayna: Kestiyên Rûsyayê xwe ji peravên Ûkraynayê sed km dûr kirin
PeyamaKurd – Hêzên deryayî yên Ûkraynayê ragihand ku keştiyên deryayî yên Rûsyayê, di encama êrîşên Ûkraynayê yên bi dronan û fuzeyan xwe ji peravên Ûkraynayê sed km dûr xistine. Di daxwuyaniya Ûkraynayê de hat ragihandin ku Rûsya ji bo rojavayê bakûrê Derya Reş bixe destê xwe, li nîvgirava Kirimê û li bajarê Xersonê sîstema fuzeyan bicîh kiriye. Ûkrayna got ku tehdîda êrîşa fuzeyan ya Rûsyayê dewam dike û weha dewam kir:
“Rûsya ji Derya Reş fuzeyan davêje Ûkraynayê û tehdîda fuzeyan dewam dike. Ji destpêka şer heya niha Rûsya ji 300 an fuzeyên fuzeyên seyrê avêtiye Ûkraynayê. Niha êrîşa fuzeyên seyrê ya tîpa Kalibr kêm bûye lê ji keştiyan bi fuzeyên keştîsawarê êrîş dikin.
Bi îhtîmaleka mezin ji ber Rûsya fuzeyên nûh zêde bikaranî, niha yên kevin bikartîne. Dorpêça 30 keştiyên Rûsya û keştiyên noqavê ya ji bo ser keştiyên neqliyê li Derya Reş dewam dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin