Kestiya Îranê navê xwe guhert û berê xwe da Mersîn a Tirkiyê

24 August 2019 17:31 0 dîtin
Kestiya Îranê navê xwe guhert û berê xwe da Mersîn a Tirkiyê

PeyamaKurd- Keştiya Îranê ya bi navê Grace 1 ê, piştî ji Cebelîtariqê serbest hat berdan, navê xwe guhert, kir Adrian Darya û berê xwe da lîmana Mersînê ya Tirkiyê ku li ser qerexê Behra Sipiye.

Dewleta Amerîkayê bang li dewletên herêmê kiribû ku keştiyê weka ya terorîstan qebûl dike û di bin kontrola artêşa dewleta Îranê de ye. Naxwaze ku ti dewlet alîkariya wê bike.

Li gor ragihandina malpera bi navê MarineTraffic ê; tanker berê xwe dabû lîmana Yûnansitanê ya bi navê Kalanatayê lê paşî fikra xwe guhert û berê xwe da Mersîn a Tirkiyê.

Tankêr di 4 ê temmuz ê de ji aliyê rêvebiriya Cebelîtariqê de hatibû desteserkirin.