Kestiya Îranê ya bi navê Sawêz rastî êrîsekê hat
PeyamaKurd – Ajansa Tasnim a ser bi Hikûmeta Îranê ve diyar kir, keştiya Îranê ya bi navê Sawêz, li Deryaya Sor bi bombên zeliqok rastî êrîşekê hat.
Keştiya Sawêz çend sal in ji bo pişgiriya hêzên taybet ên Îranî ên ku çavdêrî û parastina keştiyên bazirganiyê dikin, li wir dimîne.
Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê da zanîn, ew agahdarê êrîşa ser Keştiya Sawêz in, lê derbarê bûyerê de zanyariyên zelal û berfirehtir li gel wan tunene.
Herwiha berpirsên pilebilind ên Amerîkayê destnîşan kirin, tu pêwendiya Amerîkayê bi wê êrîşê ve tuneye.
Li gor zanyariyên hatine dayîn, di encama wê êrîşê de ziyan gihîştiye keştiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin