Kiliçdaroglu: Daxuyaniya Erdogan derbeyek li îtibara Tirkiyê xist!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, li ser daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a nasnekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û Konseya Ewropayê got, ev daxuyanî derbeyeke li dijî îtibara dewleta Komara Tirkiyê.
Kilicdaroglu ji rojnamevanan re li ser daxuyaniya Erdogan ku dibêje, ew biryara Dadgeha Mafên Mirovan û Konseya Ewropayê nas nakin a li ser biryara Konseya Ewropayê ya ji ber bicihneanîna biryara Osman Kavala proseya binpêkirinê li dijî Tirkiyê daye destpêkirin, bersiva rojnamevanan da.
Kilicdaroglu derbarê mijarê de da xuyakirin, Erdogon bi wê daxuyaniyê ji hemû dinyayê re îlan kir ku demokrasî li vî welatî nîne û got: “Ev pêvajoyeke gelekî krîtîk e ji bo me. Ev daxuyanî derbeyeke li dijî îtibara dewleta Komara Tirkiyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin