Kiliçdaroglu: Em ê di tûra 2yemîn de bi ser bikevin!
PeyamaKurd – Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir: "Em ê di tûra duyemîn de teqez bi ser bikevin."
6 serokên Tifaqa Netewî li Navenda Giştî ya CHPê dema ku xebatên jimartina dengan di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Meclis û Serokomariyê de dewam dikir, derket pêş kamerayê.
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser navê tifaqê axivî û got, "Em ê di tûra duyemîn de teqez bi ser bikevin."
Beşên ji daxuyaniyên Kiliçdaroglu wiha ne:
"Ji dil spasiya hemû kesên ku çûne ser sindoqan û dengê xwe dane. Bi taybetî bi tevlîbûna zêde ya ciwan û jinan em gelekî kêfxweş in. Ji sedî 90î rêjeya tevlîbûnê û pêvajo bi pêþengiya demokratîk dewam kir jî ev e. Erdoğan li gel hemû îftira û heqaretên xwe negihîşt encama ku li bendê bû, tu kes negihîşt îflasê, zêde dilgeş nebe, hilbijartin li eywanê bi ser nakevin. Daneyên niha jî diherikin. Ger miletê me bêje tûra duyemîn em ê bêjin li ser serê me, teqez em ê di tûra duyemîn de bi ser bikevin, wê her kes vê bibîne.
Encamên demkî diyar kirin ku Erdogan dengê pêbaweriyê ku ji civakê hêvî dikir bi dest nexist. Daxwaza guhertina civakê ji sedî 50 ye. Di AK Partiyê de windabûna dengan jî rastiyê nîşan dide. 15 rojên bê em ê bi gelê xwe re hemû hewl bidin ku heq, hiqûq û edaletê bînin vî welatî. Bila gelê me piştrast be ku em ê teqez bi ser bikevin û demokrasiyê bînin vî welatî. Spas ji we hemûyan re."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin