Kiliçdaroglu pistgirî da plana Erdogan: Li Efrînê ‘xizmeteke bêhempa’ tê kirin

03 November 2019 21:27 0 dîtin
Kiliçdaroglu pistgirî da plana Erdogan: Li Efrînê ‘xizmeteke bêhempa’ tê kirin

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku beriya niha destek dabû tezkereya êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê niha jî piştgirî da plana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a avakirina 'herêma ewle' û ji bo herêmên leşkerên Tirkiyê ketiyê jî (Efrîn-Idlib) got, xizmetên bêhempa têne kirin.

Kiliçdaroglu guhê xwe ji koçberkirina Kurdan, dizî, talan, kuştin û revandinên ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve tên kirin girt û got, "Polîtîkayeke rast bû ku me ji tezkereyê re got erê. Em gelek tiştên ku hikûmeta serayê (AKP) nizane dizanin. Li Idlib û Efrînê rêxistinên sivîl hene û budçeya wan piranî ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve tê dayîn. Li wir xizmetên baş ji gelê Sûriyê re dibin. Min wêneyên wê dîtin, agahî dan min. Niha heger leşkerên me vekişayabûna, dê ew xizmet bi temamî tune bibûna.”

Kiliçdaroglu herwiha piştgirî da plana Erdogan ya herêma ewle û got, heger xaniyan ji koçberên Sûriî re çêkin û vegerînin emê pê kêfxweş bibin. Herhal derfetên Erdogan hene ku vê dibêje.”

Kiliçdaroglu dema dagirkirina Efrînê rexne li hikûmetê girtibûn û di axaftineke xwe ya 12ê Sibata 2018an de gotibû, "Ketina navenda Efrînê tiştekî cuda ye. Hûn ji bo çi dikevin bajarê ku serjimariya wê digihîje 500 hezaran? Hûnê çawa terorîst û welatiyan ji hev cuda bikin?”